Rastiya siyasî ya nû ji bo jinên Lubnanî hêviyek nû an jî dijwariyek nû ye?
Çalakvana Lubnanî Dollî Saraf ya bi hevpêyvînekê taybet bersiv da pirsên me, diyar kir ku sererastkirina yasaya hilbijartinê ji bo zêdekirina rola jinan a di siyasetê de, derfetek e.
MALVA MUHEMED
Navenda Nûçeyan – Jinên Lubnanî di avakirina civakê de roleke girîng dilîzin. Tevî hemû astengiyên siyasî û civakî yên ku pê re rûbirû dimînin, destkeftiyên girîng bi dest xistine. Li gor pêşketinên siyasî û jeopolîtîk ên dawî, di gihîştina aramî û pêşketinê de rola wan wek faktorek sereke derketiye holê.
Ji bo destnîşankirina mijarên herî girîng ên ku bandorê li jinên Lubnanî dikin û nîqaşkirina pêşketinên herî berbiçav ên li ser qada siyasî û rola wan a zêde ya di nav de, ajansa me hevpeyvînek bi çalakvana Lubnanî ku bi gotûbêjên femînîst ên nû ve eleqedar e Dollî Saraf re, kir.
*Jinên Lubnanî di avakirina civaka Lubnanê de roleke girîng dilîzin. Bi ya we, rola jinên Lubnanî di jiyana siyasî de ji serxwebûnê vir ve çawa bipêş ketiye?
Derbarê çawaniya pêşketina rewşa jinên Lubnanî ya ji serdema serxwebûnê heta îro de, ez ê li ser sê qonaxên bingehîn biaxivim. Qonaxa yekem di sala 1952'an de dest pê dike, sala ku jinên Lubnanî mafê dengdanê û namzediyê bi dest xistin. Ev wek guherînek di çarçoveya Ronesansa Ereb de hat hesbandin. Ev heyam heta sala 1975'an dirêj bû, ji ber ku piştî wê û heta sala 1990'î, Lubnan şerê navxweyî dît. Lê ji serxwebûnê heta sala 1990'î û di wan salan de, beşdariya jinan a di jiyana siyasî de tunebû û li vir mebesta min Parlamento û Lijneya Wezîran e. Çalakiya wan, tenê bi piştgirîkirina pirsgirêkên jinan û piştgiriya malbatê ve sînordar bû.
Ji sala 1990'an heta niha em dikarin behsa pêşketina beşdariya jinan a di xebata siyasî de bikin. Di destpêkê de beşdarbûna jinan a li xebata siyasî, ya ku bi mîratî ji malbatê bi dest xistine sînordar bû. Di salên dawî de rêjeya beşdariyê baştir bû. Wek hebûna 8 nûnerên jin di parlamentoya Lubnanê de ji eslê 128 nûneran, her wiha di hikûmeta dawî de jî ji 24 wezîran 5 wezîrên jin in. Di heman demê de beşdariya jinan a di Meclîsa Şaredariyê de jî tenê ji sedî 5 e. Ev hejmar kêm in, lê li gor serdemên berê em pêşketinek mezin dibînin. Em li ser hilbijartinên encumena şaredariyê yên ku dê di demek nêzîk de werin lidarxistin hesab dikin, da ku em beşdariyek jinan a bi bandortir û zêdetir bibînin.
*Bi nêrîna we çi pirsgirêk û astengiyên herî berbiçav hene ku jin pê re rûbirû dimînin û bûne sedema dûrxistina wan ji siyasetê û astengkirina gihîştina cihên biryardayînê?
Ezê peyva "derxistin" bikar neynim, ji ber ku ew diyar dike ku bi dijberek re rûbirû ye ku dixwaze wê derxe. Ji ber vê ez ê bêjim ku jin nekarîne beşdarî van encumenan bibin. Ev ji ber çend sedeman e. Sedema herî berbiçav, sîstema siyasî ya mezhebî ya li Lubnanê ye ku beşdariya li hinek partiyên siyasî yên li welêt, sînordar dike. Eger jin ne beşek ji van partiyan bin an eger ev partî jinan di encumenên parlemanî û wezîran de nekin namzet, jin dê nikaribin beşdar bibin.
Derbarê civakên herêmî de em hê ji çanda civaka bavsalarî kêşeyan dikşînin, ku jinan di rolên stereotîpîk ên taybet de sînordar dike. Dema ku em behsa vê çandê dikin, mesele pir tevlihev dibe. Bi taybetî, dema ku hewl tê dayîn were guhertin. Ji ber ku ev guhertin hewceyî gelek salan e. Gelek jin hene ku dixwazin bighîjin cihên biryardanê, lê ew hikûmet û partiyên bi bandor sûcdar dikin, ji ber ku kotaya jinan pesend nakin.
*Xwendina we ji rastiya siyasî ya nû ya li Lubnanê, bi taybetî piştî hilbijartina serokkomarekî nû û avakirina hikûmetê, çawa ye û ev yek dê bandorek çawa li ser jinan bike?
Bêguman, em li ser serdema nû geşbîn in. Bi taybetî piştî axaftina destpêkê ya serokê nû ku tê de xalên balkêş ji bo welatiyan û jinan, bi taybetî li ser têkoşîna li dijî gendeliyê, aktîvkirin û xurtkirina hemwelatîbûnê, edalet û wekheviyê, hebûn. Ez bawer dikim ku ev xal stratejiyên serdema nû pêk tînin. Em dizanin ku guhertin dê bi salan bidome da ku mirov bighîje armanca xwestî. Di asta şexsî de, ez li ser projeya ku ji hêla seroka Komîsyona Jinan a Lubnanî Nehme Aoun ve hatiye pejirandin geşbîn bûm. Di projeya xwe de li ser xurtkirina hemwelatîbûnê axivî. Bi raya min, ev pir girîng e. Ji ber ku ew bingeha bidestxistina mafên jinan û guhertina gotara femînîst e. Ev proje dibe ku ji projeyên berê yên ji bo jinan cuda be ku gotinên xwe tenê bi femînîzmê ve sînordar dikirin, lê ev dê ji bo çarçoveya giştî xizmetê bike.
*Bi berçavgirtina pêşketinên jeopolîtîk ên derdorê (rewşa li Sûriyeyê, şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê û başûrê Lubnanê) derfetên ji bo bidestxistina aramiya siyasî li Lubnanê çi ne? Vê yekê bandorek çawa li ser rastiya jinan kir?
Bê guman, Lubnan ji hemû pêşketinên jieopolîtk ên li dora wê bandor dibe. Lubnan di çend salên dawî de kariye bi miliyonan penaberên Sûriyeyê pêşwazî bike. Zehmetî û rewşa ewlehiyê ya aloz û berdewam barê li ser aborî û geştiyariyê zêde kiriye. Her wiha bandorê li ser rastiya civakî, edalet, wekhevî û mijarên din dike. Ev jî bandorê li ser jinên Lubananê dike. Ji ber ku ev rastî û zehmetî pirsgirêkên jinan nadin pêş. Ji bo ku balê bikşînin ser pirsgirêkên jinan, divê em di civakek de bijîn ku aramiyê peyda dike û maf û erkan bi awayekî dadperwerde û wekhev misoger dike.
*Beşdarbûna jinan di bazara kar de kêmtirî ji sedî 30'î ye. Bi nêrîna we, hilweşîna diravî, enflasyon, rêjeyên xizanî û bêkariyê û cudahiya zayendî di bazara kar de çiqas bandorê li jinan dike? Ji aliyekî din ve, ew çawa dikarin di ronahiya krîzên heyî de beşdarî baştirkirina rewşa aborî bibin?
Bi rastî, beşdariya jinan di bazara kar de, li gor rêjeya jinên perwerdekirî kêm e. Jinên li Lubnanê astên pir bilind ên perwerdeyê bi dest xistine. Heta wê astê ku li Zanîngeha Lubnanê em niha behsa femînîzasyona perwerdeyê dikin. Ev tê vê wateyê ku piraniya profesor û xwendekarên zanîngehê jin in.
Di çarçoveya çandeke baviksalar de, em dibînin ku piraniya pîşeyên ku ji hêla jinan ve tên kirin bi du qadan ve sînordar in: perwerde û tenduristî. Ev nîşan dide ku çandek heye ku rolên jinan stereotîp dike, ev jî bûye sedema bêkariyê. Di krîza dawî ya li Lubnanê de, gelek jinên xwedî tecrube berê xwe dane koçberiya derveyî welêt.
Çareserî bi danîna zagonên ku wekheviya zayendî misoger dikin, rêberiya kariyerê ji bo hemû xwendekaran peyda dikin, jinan teşwîq dikin ku beşdarî qadên din ên pîşeyî bibin û saziyên ku piştgiriyê didin projeyên wan, dest pê dike. Piraniya konferansên ku li welatên Ereb hatine lidarxistin, li ser vê rastiyê sekinîn. Ji ber vê ez bawer dikim ku bihêzkirina aborî ya jinan pir girîng e û stratejiyên navberî hewce dike. Divê dewlet projeyên wê bi saziyên ku piştgiriyê didin jinan re hevdu temam bikin, çi rêxistinên navneteweyî bin, çi jî qada taybet wek Wezareta Perwerdehiyê û Komîsyona Lubnanî ya Karûbarên Jinan be.
*Ji aliyê qanûnî ve, bi nêrîna we Lubnan di warê dayîna mafê veguhestina hemwelatîbûnê yê ji bo jinên Lubnanî de çiqas bipêş ketiye?
Di warê qanûn û yasadanînê de, Meclîsa Nûneran ji desthilata yasadanînê berpirsyar e. Ji ber temsîliyeta siyasî ya lawaz a jinan di Parlamentoyê de, em di warê yasayîkirina têkildarî jinan de di heman cihî de asê mane. Me hê guhertinên qanûnên têkildarî jinan bi dest nexistine. Ji ber ku qanûna heyî bi sîstema siyasî ya mezhebî ya li Lubnanê re lihevhatî ye. Li Lubnanê 18 mezhebên me hene û her mezhebek zagonek rewşa xwe ya kesane heye. Meseleyên zewac, hevberdan û wesayetê, hê jî di bin berpirsiyariya dadgehên olî de ne ku bi gelemperî ji hêla oldaran ve tên rêvebirin. Ev yek wek astengiyek li pêşiya pejirandina qanûnek yekgirtî ya rewşa kesane tê hesibandin. Ji ber vê me gelek deng nedîtin ku daxwaza sererastkirina wê bikin.
Derbarê mijara dayîna hemwelatîbûnê ji bo zarokên jinan de, mîna mêran ev yek bi rewşa hemwelatîbûnê ve girêdayî ye. Eger ev yek pêk were, wê demê maf û hiqûqên jinan wekhev dibin. Sedema ku ev qanûn hê nehatiye pejirandin, ji ber sîstema mezhebî ya siyasî ye ku wê wek pirsgirêkek demografîk a pêşerojê dibîne. Ew rê dide jineke Lubnanî, eger bi zilamekî ku ne Lubnanî ye re bizewice, ku hemwelatîbûnê bide zarokên xwe. Ev tê vê wateyê ku ev dibe sedema nehevsengiyek di belavkirina mezheban de, ango dibe ku ew di berjewendiya mezhebên taybet de be. Ji ber vê dengek tuneye ku banga derxistina zagonek wisa bike.
*Piştî ku bloka Pêşkeftin û Rizgariyê du pêşnûmeqanûn pêşkêşî komîteyên hevbeş ên parlemanî kir, zêdetirî salek beriya hilbijartinên parlemanî yên ku ji bo Gulana 2026'an hatine plankirin, meseleya sererastkirina qanûna hilbijartinê vegeriya rojevê. Gelo ev her du guhertin deriyek rastîn a reformê temsîl dikin, an ew tenê amûrek in ji bo paşxistina rûbirûbûna bi mijarên girîng ên çaresernebûyî re? Û rola jinan tê de çi ye?
Min ev mijar bi erênîyek mezin pêşwazî kir, ji ber ku dewleta Lubnanê di sala 1992'an de li gor peymana Taîfê hat damezrandin. Peymana Taîfê gelek bendên reformê yên pir girîng dihewîne û mixabin piraniya van bendan nehatin bicîhanîn. Bo nimûne, ew behsa jiholêrakirina mezhebîtiya siyasî, her wiha behsa hemwelatîbûn, edalet, karîgerî û pêşketinê ji bo hemû herêmên Lubnanê dike.
Ez projeyê bi piranî li gorî peymana Taîfê dibînim, lê ji ber nezelaliya rewşê ez nizanim ka dem guncav e an na. Carna pirsgirêk ne di nivîsan de, lê di giyanan de ye. Ez piştgiriyê didim sererastkirina qanûna hilbijartinê da ku hemû pêkhateyên Lubnanê bikaribin beşdarî hilbijartinan bibin. Ev yek di heman demê de rê li ber jinan jî vedike. Lê divê bi kampanyayeke berfireh a hişyarkirinê re were, da ku ev zagon bi hişmendiya hilbijêr re lihevhatî be ka mirov çawa li gorî pîvanên jêhatîbûnê û projeya pêşniyarkirî namzetek hildibijêre.
*Di ronahiya guhertinên civakî û siyasî de, gotareke femînîst a nûvekirî çawa dikare beşdarî xurtkirina mafên jinên Lubnanî bibe?
Ez her tim ji rêxistinên femînîst û çalakvanên femînîst dipirsim: We heta niha çi bi dest xistiye? Ji ber ku rêxistinên femînîst divê stratejiyên xwe yên berê binirxînin, bibînin ku li ku xeletî kirine, li ku kêmasî hene û çima negihîştine armancên xwe.
Ez bawer dikim ku bersiva rast ew e ku stratejiyên ku ji hêla rêxistinên femînîst ve hatine pêşxistin bi ser neketine, ji ber ku ew bi giranî xwe dispêrin bidestxistina mafên jinan û jinan li dijî mêran anîne. Ji ber vê divê gotareke femînîst a nû hebe ku balê bikişîne ser bidestxistina mafên welatiyan, çi mêr çi jin da ku ew piştgiriyek hevbeş bistînin. Weke din, em ê bipêş nekevin. Ez çawa dikarim ji mêrekî ku bi xwe jî di bin feraseta mêr de ye, bixwazim ku jinan azad bike? Ji ber vê divê em hem mêr û hem jî jinan bi awayekî wekhev azad bikin.
*Gotûbêja femînîst a nûjenkirî çawa dikare diyaloga nifşan a di navbera mijarên jinan de xurt bike? Û ji bo ku bêtir tevlîkar û nûnerê komên cuda bin?
Mixabin, nifşên ciwan agahiya wan ji pirsgirêkên jinan nînin, ji ber ku bernameyên perwerdehiyê hê jî li ser cudakariya zayendî û stereotîpkirina jinan di rolên taybet de ne. Guhertina bernameyên perwerdehiyê ji bo ku nifşê ciwan, ji pirsgirêkên jinan haydar bibin pir girîng e, ji ber ku bernameyên perwerdehiyê yên heyî welatiyên ku baweriya wan bi wekheviya zayendî û jêhatîbûna jinan heye amade nakin, ev yek ji bo guhertina rastiya çandî pir girîng e.